skinny.

Latest / Perxudres Podcast

#202. Xwînxwînî

23.02.2025, Bazar, Piştî Nîvro

Fîlmeka din li îro, ji Zagros Film Festivalê dîsa, Pele ya Shorish Vakili.

Min va fîlma nola çîrokên Gabriel Garcia Marquez û Jorge Louis Borges pir eciband.

Di fîlmê de kalemêrekî ku berê esker bûye, li saloneka sînemayê dişixule û ew her cara ku salonê pak dike li ser perdeyê lekeyên xwînê dibîne.

Bi fîlmê, bi lekeyên xwînê du gotinên hêla me hatin bîra min.

Yek, ‘’xwîn di zikê wî de tune’’ ye ku bi vê gotinê qest kesên zalim û zordest, kesên xedar in.

A duduyan jî ‘’Xwedê xwînê wenda nake’’ ye ku bi vê şorê tê gotin, dûr dibe nêzîk dibe, çar sal pêşde dibe…

The skinny

The skinny isn't ready yet — notes appear once the transcript is processed.