skinny.

Latest / Perxudres Podcast

#441. Mektûba Guhdar G.: Tû û Tarî | Kurdish Podcast

Ez û xalê min û xalojina min bi hev ra li ber maseyekî hesinî, li ser kursîyên textî rûniştine, li baxçeyekî ez bûme xerîbê wî êdî.

Nayloneka bi gulên sor hatiye neqişandin li ser masê ye. Gulan dijmêrim, 7 gulên sor û 14 pelên şîn.. Findek jî heye li ser masê, qedehên çay û tebaxên şîrînahîyê hene, şîrînahîya ku min ji Diyarbekir anîye.

Sîya qedehan gulên sor reş dike. Xalê min û xalojina min bi min ra li ser zewacê diaxifin, li gor min ew jî meseleyeka reş e.

Klasîk e gotina wan, dibêjin: Tenêtî ji bo Xwedê ye, lazim e ku meriv bizewicin û zarokan çêkin. Dûra dibêjin, nesîbekî baş bibîne…

The skinny

The skinny isn't ready yet — notes appear once the transcript is processed.