
#116. E-maila Guhdar L. û Jinbûn û Zeki Demirkubuz
Guhdar L, Te di mektûba xwe de bi bêrîkirinekê behsa giranî, fedî û heyecanên zemanên berê kiriye. Çito tu bêrîya wan royan dikî ez jî deh qat bêrîya xewa zemanên berê dikim. Vê şeva tarî û zulûmat jî parçek xew neda min ku ez pê çavên xwe bigirim. Mîna mektûbên bi bîn, xweziya mektûbên bi xew jî hebûna. Min mektûb bixwenda û ez pê hişk di xew ketema. Dema xortanîya min telefon hêdî hêdî diketin destan û paketên mesajan diketin wan û mektûb jî hêdî hêdî radibûn. Ez kanim bêjim talîya dewra mektûban bû. Tê bîra min, min mektûbên hinek hevalên xwe yazi dikirin. A telefonan jî min ji hevalan re…
The skinny
The skinny isn't ready yet — notes appear once the transcript is processed.