
#206. Mektûba Guhdar Ş. û Ulyssesa Kawa Nemir | Sibat 2025
Hatim ber van şêmûgên deriyên te bê silav û kilav. Qey tu dibêjî zîyaret e, ocaxa kesera ye bimbarek. Em tên êgir didin ser êgir.
Derdê te ji serê te zêdetir e, bi vêya zanim, kesên peyaman dişînin ji te re derdê te zêde dikin bi wê jî zanim. Lê ya nizanim heyat e. Carinan dibêjim, law xwezî dugmeyek vê mîratê heba me pêlê bikira û bisekiniya ji bo bîstekê, ji bo famkirinekê ji bo hîskirinekê. Hela me çi kir, em çi dikin, dê çi bikin?
Heyat e dibêjim, me leqayî her cûre însanî dike. Felek ee dibêjim me leqayî her dergehî dike. Ma qey feleka yeman e me leqayî her derdî dike? Hawar dikim lo…
The skinny
The skinny isn't ready yet — notes appear once the transcript is processed.