
#199. Bi Dev û Dest Fîlmeka #metoo
21.02.2025, În
Dewam dikim li Zagros Film Festivalê, îro min Triangle ya Zhino Hadi sêr kir.
Zhino Hadi di vê fîlmê de di ser du peya û du jinan re behsa meseleya tacîzê, meseleya destdirêjîyê dike.
A rast, kes rasterast qala tacîzê nake di fîlmê de, tenê ji awiran herkes fehm dike ku kê çi kiriye çi nekiriye.
Di heyatê de jî ne wisa ye ma? Tacîz pir caran eşkere nabin, mexdûr jibo xwe mexdûrtir hîs neke di nêv milet de meselê vedişêre, behsê nake.
Bi min wer tê ku di vî zemanê qaşo modern de tacîz, destdirêjî ji berê qat bi qat zêdetir in, lê jiber şertên heyatê pir nêne eşkerekirin.
Wan…
The skinny
The skinny isn't ready yet — notes appear once the transcript is processed.