skinny.

Latest / Perxudres Podcast

#187. Saet Sê Kêm Selîm Temo: Hilbe Kobanî | Çile 2025

‘’Hilbe Kobanî’’ya Selîm Temo 26ê meha 1ê ya 2025an, di salvegera 10an ya rizgarîya Kobanîyê de derket.

Ez ku wê royê ji Sirûca li ber serê Kobanîyê diçûm Diyarbekir, min xebera ser derketina kitaba ji zû de li bendê bûm, li rê, di Instagramê de dît.

Çito ez gihîştim Diyarbekir, ez li derekê aware nebûm, dîrekt çûm, min kitab kirî û ez rûniştim, min kitab du caran xwend.

Carê ji destpêkê heta dawîyê, carê jî ji dawîyê heta destpêkê; her carê, nola Selîm Temo jî gotî, bi dengê beytikê dûr ji hêlînê

‘’Hilbe Kobanî’’, ku silavek e li Çîyayê Agirîyê, şahidîya dewrekê ye bi şîn, şahî û şanoyê…

The skinny

The skinny isn't ready yet — notes appear once the transcript is processed.