skinny.

Latest / Perxudres Podcast

#170. Sînorê Şiîrên Arjen Arî: Nisêbîn û Qamişlo ⚠️

Di vê xelekê de ser sînorê di şiîrên Arjen Arî de çend gotin hene.

Şairê şêrgele Arjen Arî di nivîseka xwe de dibêje ew ji wî welatî ye, welatê helbestên nebihîstî, welatê destanên jibîrbûyî.

Di eynî nivîsê de, Arjen Arî dibêje li wî welatî li ser rêka helbestê dilê wî di mista wî de ye û li ser lêvên wî hezên hiznî yên stranan rêz bûne.

Bes ji şiîrên Arjen Arî wer tê xanê ku yên wî, hezên wî hem bi wan stranên li ser lêvên wî hem jî bi hidûdan kesirîne.

Belkî çem û çîya, deniz û derya hidûdên tabiî ne û hikmê şairan li wan nabe, lê hidûdên li deşt û berîyan, ewên bi têlên rêsayî, ewên…

The skinny

The skinny isn't ready yet — notes appear once the transcript is processed.