skinny.

Latest / Perxudres Podcast

#180. Mektûba Guhdar YZ. û Beytarê Mirîşkan 🐓

Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar YZ. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin, bi wê mektûbê bi we re me.

Merheba! Eger ez karibim îja mektûbê bibim serî dê bibe mektûba min a ewil. Çinku heta vê lehzê qet fikra min çênebû ez mektûbekê binivîsim, bişînim. Qaşo min çend caran xwe ceriband lê ti tişt jê derneket.

Qe hevalên min ên mektûbî jî çênebûn. Ên hin kesan hebûn, nizam, ji filan cîh û dîyarî hevalên wan ên mektûban hebûn. Ne min ji kesekî û ji kesekê daxwaza mektûbê kir heta niha, ne jî kesekî û kesekê ji min mektûb…

The skinny

The skinny isn't ready yet — notes appear once the transcript is processed.