
#182. Deh Muzîkên Min - 2024 🎶
Spotifyê, ew platforma populer ya muzîk û podcastan, lîstên 2024an eşkere kirin.
Her çiqas min sala 2024an gorey 2023yan a pir ji YouTube Musicê li stran û kilaman guhdarî kiribe jî seba tarîxa xwe ya şexsî ezê behsa lîsta xwe ya Spotifyê bikim ku her ro du ro çav û guhên min li ser wê platformê ne.
Qeydên Spotifyê raber dikin ku min sala 2024an tewr zêde li Meçhul ya Sercan Öztürk guhdarî kiriye. Vê muzîka enstrumantal ez pir êşandim. Qey ez hinekî mazoşîst im ku min zêde zêde vekiriye guh daye ser vê enstrumantalê; nizanim.
Di rêza 2yan de bi dengê Sezen Aksu Ne Ağlarsın heye. Ser vê strana…
The skinny
The skinny isn't ready yet — notes appear once the transcript is processed.